Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bahoza Îrma li Giravên Florîda Keys Ribê Malan Hilweşand


Bahoza Îrma, ku giheştîye Florîda, ribê malên li Giravên Florîda Keys hilweşand.

Di dîmenên nû de, xuya dibe ku bahoza ku di demjimêrekê de 200 kîlometre diçe, malan hildiweşîne û gêr dike.

Tîmên lêgerînê hewil didin ku av û xwarinê bibin giravan. Hinek rê, jiber darên bi ser wan de ketine hîn venebûne.

Arîşeyên ragihandinê jî li giravan didome.

Karbidest gel hişyar dikin ku li gelek giravan hîn av û ceyran tune.

Jiber Îrma li Amerîka 6,9 mîlyon mal bêceyran mabûn.

Li ber e ku Serokê Amerîka Donald Trump sibê Pêncşemê here Florîda.

XS
SM
MD
LG