Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Ger Washington Êrîş Bike, Emê Êrîş Bibin Ser Îsraîlê


Meleyekî girîng yê Îranî îro Çarşemê hişyarî da Washingtonê ku ger Amerîka êrîş bibe ser Îranê, ew jî êrîşî Îsraîlê bike.

Mele Ahmed Xatemî di nimêja eyed de li Tehranê got ku nedibû wan pêşnîyara hevdîtinê ya Serokê Amerîka Donald Trump qebûl bikira jiber ku wî şerta datîna ku Îran dest ji programa xwe ya navokî û bandora xw eli herêmê berde.

“Şerê Îranê wê berdelên pir giran ji Amerîka re bîne. Ew dizanin ku ger zarareke biçûk jî bidin vî welatî û vê dewletê, emê hevalbenda serekî ya Amerîka li herêmê, rejîma sîyonîst ya Îsraîlê bikin armanc,” Xatemî got.

Îranê pir caran gotibû ku ger ew were tehdît kirin, ew dikare bu roketan bajarên Îsraîlê bike armanc. Îran herwiha xwedîyê hevalbendên herêmî yên wek Hîzbullah e ku dikarin piştgirî bidin Tehranê.

XS
SM
MD
LG