Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran, Venezuela, Sudan û 5 Welatên din Mafê Dengdanê li NY Hinda Dikin


Serokê Îranê Hesen Rûhanî di 75'an ya Civata Giştî ya NY'ê de onlaynî diaxife.(Arşîv)
Serokê Îranê Hesen Rûhanî di 75'an ya Civata Giştî ya NY'ê de onlaynî diaxife.(Arşîv)

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ragihand ku tevî Îran, Venezuela û Sudanê 8 welatan dayîna deynên budceya xebatê ya NY dereng xistine.

Guterres destnîşan kir ku ewê ev welatana di Civata Giştî ya NY ya bi 193 endamî de, mafê xwe yê dengdanê hinda bikin.

Hevdem, Guterres da zanîn ku Antigua, Barbuda, Komara Kongo, Gîne û Papua Gîneya Nû - Vanuatu jî di nava wan welatan de ne.

Guterres ev agahî roja Çarşemê di nameyeke bo serokê Civata Giştî ya NY Abdulla Şahid de dîyar kir.

Rawestandina mafê dengdanê ya wan welatan wê demûdest bi bandor bibe.

Li gor peymana NY endamên ku deynên wan qasî du salên tam yên dawî yan jî zêdetir be, ew mafên xwe yên dengdanê hinda dikin.

Lê, hevdem destûr dide NY binirxîne ku deyn jiber şert û mercên derveyî kontrola welatê endam nehatiye dayîn, di wê rewşê de welat dikare karanîna mafê dengdanê bidomîne.

Civata Giştî biryar da ku sê welatên Afrîqî yên di lîsteya neteweyên paş demayî de ne – Komoros, Sao Tome- Principe û Somalî - wê karibin mafên xwe yên dengdanê biparêzin.

Li gor nameya Guterres bo vegerandina mafê dengdanê pêdivî ye Îranê 18.412.438, Venezuela 39.850.761 û Sudan jî 299,044 dolar bidin.

Pênc welatên din jî bo vegerandina mafên xwe yên dengdanê her yek ji wan divê herî kêm 75.000 dolar bidin Neteweyên Yekbûyî.

XS
SM
MD
LG