Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuştin û Birîndarkirinên Xwepêşanderan li Îraqê Didomin


Hêzên ewlekarî yên Îraqî îro Înê li Bexda 3 xwepêşander kuştin û li bajarê Basra ya başûrê welêt xwenîşanderan bi dara zorê ji hev cihê kirin.

Hêzên ewlekarîyê gule barandin ser xwepêşandarên li ser pireke navenda Bexda û gaza îsotê li dijî wan bi kar anîn.

Reutersê ji zarê jêderên polîsan ragihand ku 2 kes ji bîrînên guleyan û 1 jî di encama lêketina kapsula gaza îsotê de hatine kuştin.

Di tundîya polîsan de herwiha herî kêm 27 kesên din jî birîndar bûn.

Di xwepêşandanên dijî hikûmetê de, ku ji gerkirina serokê bere Saddam Huseyîn ya 2003’an vir ve xwenîşandanîn herî mezin in, heta niha 329 kes li Îraqê hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG