Li Iraqê, xwepêşandanên bi daxwaza ‘Hilweşîna Rejîmê’ ku 1’ê Cotmehê de destpê kirîye bi tûndî didomin û alozî her diçe zêdetir dibin.
Li gor ragihandina çavkanîyên bijîşkî û ewlehîyê yên bo Ajansa Reuters’ê , hêzên ewlekarî yên Îraqê di 24 demjimêrên dawî de herî kêm 13 xwepêşander kuştin da ku xwepêşandanên li dijî partiyên siyasî yên ku hukûmetê bidin sekinandin.
Piştî ku roja Duşemê 8 kes hatin kuştin, hêzên ewlekarîyê herî kêmî 5 kesên din şeva borî ya roja Sêşemê hatin kuştin, çavkaniyên ewlehî û bijîşkî ji Reuters re gotine.
Zêdetirî 260 iraqî ji destpêka Cotmehê û vir ve di xwepêşandanan de hatine kuştin. Xwepêşandaner hikûmetekê bi bertilgirî û tevgerandina bo berjewendîyên biyanî yên bo Îranê tawanbar dikin.
Piranîya wan kuştinan, di hefteya yekem a xwepêşandanan de bi rêya erîşên çekdarî yên sekvanan ji ser banîyên Bexdayê pêk hat. Lê piştî ku hikûmetê hinek taktîkên kujer da sekinandin, xwepêşandan di 12 rojên borî de berfirehtir û geş bûn e.
Pêla nû ya tundîtujîyê rojek piştî Serokwezîrê Îraqê Adil Abdulmehdî,bang li xwepêşanderan kir ku tevgera çalakîyên xwe rawestînin ji ber ku ew gihiştine armancên xwe û hînde zirarê dide aborîyê.
Adil Abdulmehdî,ragihand ku heke sîyasetvan di heman ramanê de bin ,ew amadeye ye ku dest ji posta serokwezîrtîyê berde û îstîfa bike. Lê xwepêşander dibêjin ku ev ne bes e û divê tevahiya rêza siyasî here.
"Piştî pêla yekemîn a protestoyan, me dem da hikûmeta ku heta 25ê cotmehê reforman bicîh bîne," yek xwepêşandanerekî 30-salî, ku nexwestîyê nasnameya xwe ji ber pirsgirêkên ewlehiyê dîyar bike, li Bexdayê got." Lê hikûmetê nekir, û tevahîya reformên ku ew niha pêşnîyar dike tenê asayî ne, heman tiştên kevn e."
Wî ragihand ku karanîna rêbazên kûjer, buye radîkal bûna xwepêşanderan yên ku di destpêkê de tenê daxwaza "reformên makezagonî û reformên qanûnî" dikirin. Lê,an niha, hînde ew guhertinên mezin yên bingehin dixwazin.
Barîkat û Asteng kirina Rêyan
Xwepêşander li ser pira Shuhada - an pira şehidan – ya Bexdayê, ku bi dehan çalakvan li ser barîkat çê dikirin, wekî beşek ji planên dagirkirina pira sêyemîn roja Sêşemê, peyivî. Xortên ciwan bi çoyên darîn pêşîya pirê digrên.
Ew dibejin, ev pirê digrên da ku jîyane li welat bidin rawestandin, û bêpendabûna sîvîl rêya tênê pêk anîna çalakîyên wan e. Wan banga greva giştî kirin ku kes neçin kar û ewê diçin jî bi îxanetê tawan dikin.
Aramîya Piştî Têkbirina DAIŞ’ê
Ji dema têkbirina DAÎŞ’ê ya 2017’an virve de, li Îraqê ev du sale aramiyêk ava bûye. Lê bilî dewlemendiya wê ya petrolê, piranîya gel di xizaniyê de, di nava derfetên bisînor yênava paqij, elektrîkê, tenduristî û perwerdehiyê de dijî.
Xwepêşanderan pergalek siyasî ya ku hêza desthilatdarîyê di nav partiyên mezhebî de tê parve kirin dike û bertilgirîyê xûrttir dike tawanbar dikin. Serokwezir Abdul Mehdî yê ku saleke, desthilatdare, piştvanîya partîyên sîyasî yên bi piştgirîya Îranê ên ku peywendîyên wan bi komeên çekdarî hene digre.
Di dawiya hefteya borî de,bi deh hezaran kes rojane beşdarî xwepêşandanên herî mezin yên dijî-hikûmetê ji dema piştî hilweşîna Seddam Huseyîn di 2003-an de virve, dibin.