Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsê Firokexana Silêmanî Abdullah: Îraqê Hişyarî Da Tirkîyê ku Qedexeya Ser Fîrîngehê Rake


Berpirsê Firokexaneya Navnetewî ya Silêmanî, Tahir Abdullah dibêje ku hikûmeta Îraqê hişyarî daye Tirkîyê ku dawî li girtina qada esmanî ya li ser firînên ji Silêmanî re bîne.

“Hikûmeta Îraqî hişyarî da Tirkîyê ku ambargoya esmanî ya ser Firîngeha Navnetewî ya Silêmanî rake. Ger ne, hikûmeta Îraqê jî qada xwe ya esmanî ji Tirkîyê re bigire,” Abdullah ragihand.

Abdullah da zanîn ku hikûmeta Îraqê, bi rêka wezareta veguhastinê balyozxaneya tirkî agahdar kir ku di çarçoveya peymanên navnetewî de reftarên xwe pêk bîne.

Hikûmeta Îraqê piştî referanduma serxwebûnê, qedexe danabû ser firîngehên Herêma Kurdistana Îraqê û di 13’ê Adarê de ew qedexe rakiribû.

Tirkîyê jî berî demeke kin qada xwe ya esmanî ji fîrênên Hewlêrê re rakiribû û lê ya ser Silêmanî hêlabû.

JM_04_30_2018_Suli
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:44 0:00

XS
SM
MD
LG