Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ li Dêrezorê bi Zorê Pereyan ji Sivîlan Distîne


Dîmenek ji kampa Holê.
Dîmenek ji kampa Holê.

Li rojhilata Sûrîyê çekdarên ser bi DAIŞ’ê ve şêweyên nû bikar tînin jibo komkirina pereyan ji nav xelkên deverê, karbidestên xwecîhî dibêjin.

Rayedarên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) didin zanîn ku çekdarên DAIŞ’ê li parêzgeha Dêrezorê zorê li xwedîyên dikanan û karsazên xwecîhî dikin ku pereyan bidin rêxistina terorîst.

Beşekî mezin ji Dêrezorê ji sala 2019’an ve li jêr kontrola HSD’ê ye, lê torên veşartî yên DAIŞ’ê hîn jî li wir çalak in û êrîşan dijî sivîl û şervanên HSD’ê pêk tînin.

Turkî el Darî, karbidestekî Meclîsa Dêrezorê ya Leşkerî, ku beşek ji HSD’ê ye, ji Dengê Amerîka re got ku “DAIŞ çend şêweyan bikar tine da ku pereyan ji xelkê bistîne, di nav de jî bikaranîna tundûtûjîy yan jî gefeya tundûtûjîyê dijî sivîlan.”

El Darî dîyar kir ku mîlîtanên DAIŞ’ê ev şêwe herwiha li dijî wan kesan bikar anîne ewên ku ligel HSDê û dezgehên wê yên sivîl kar dikin.

“Em dibînin ku DAIŞ vê yekê bêtir li gundewarê rojhilatê yê Dêrezorê dike. Ewên ku qebûl nakin pere bidin tên cezakirin, piranîya caran bi rêya bombekirina dikan, xanî û trimbêlên wan,” wî da zanîn.

Hinek ji wan pereyê ku ji xelkê tê sitandin, diçe bo malbatên şervanên kuştî yên DAIŞ’ê, el Darî got.

Meha borî, berdevkekî DAIŞ’ê peyameke dengî weşand, tê de bang li piştgirîyên xwe li seranserê cîhanê kir ku bi mêr û pereyan alîkarîyê grûpê bikin.

Li vê dema ku ew ti herêman kontrol nakin, çekdarên DAIŞ’ê di mehên dawî de rûbirûyî zehmetiyên peydakirina çakvanîyên darayî hatine, lewra ew van şêweyên wergirtina pereyan bi zorê bûne.

Li raportên medyaya xwecîhî, tevneyên DAIŞ'ê herwiha aplîkasyonên şandina peyaman bikar tînin da ku xelkê li Dêrezorê bikin aramanc û daxwaza pereyên zakatê û bacên din yên Îslamî ji wan bikin.

Jason Blazakis, lêkolerê Navenda Soufan li New Yorkê, dibêje DAIŞ dîyar kiriye ku ew dizane çawa teknolojîyê jibo berjewendiya xwe bikar bîne.

“Bikaranîna aplîkasyonên peyaman bo armanckirin û sitandina bi zorê ya pere ne tiştekî surprîz e, jiber ku dîroka DAIŞ ya zengînkirina jêderên dahatê,” wî ji Dengê Amerîka re got.

Blazakis da zanîn ku “bikaranîna van aplîkasyonan derfetê dide (DAIŞ) ku xwe bigihîne qurbanîyên pêkan û di heman demê de xwe ji dezgehên ewlekarîyê biparêzin, jiber ku ew vê çalakîyê ne li ser erdê dikin lê bi rîya înternetê.”

Karbidestên HSD'ê dibêjin ku mijûlbûna wan bi şerê ligel çekdarên ser bi Tirkîyê ve derfet daye mîlîtanên DAIŞ ku heta radeyekê van çalakîyên xwe li rojhilata Sûrîyê pêk bînin.

Siyamend Alî, berpirsê ofîsa ragihandinê ya YPG'ê ji Dengê Amerîka re got ku “tevî terorîstên DAIŞ ti deveran kontrol nakin, ew dikarin bi berdewamî xwe organîze bikin û êrîşan pêk bînin. Çalakîyên wan yên sitandina pereya bi zorê ji xelkê sivîl jî zêde bûne jiber ku valahîyeke ewlekarî li hinek deverên Dêrezorê çê dibin.”

Di dema dawî de şervanên HSD'ê çend operasyon dij şaneyên DAIŞ pêk anîne, ya herî dawî jî li nav Kampa Holê bû. Di encama wê operasyonê de, ku nîvê Îlonê bidawî bû, bi kêmî 200 bergumanên DAIŞê hatin girtin.

Karbidestekî Kurd roja Duşemê ji ajansa Associated Press re got ku artêşa Amerîkî bi dronekê rêberekî DAIŞ li devereke jêr kontrola Tirkîyê kuştiye. Artêşa Amerîka hîn ev yek piştrast nekiriye.

Hefteya borî jî, artêşa Amerîka di êrîşeke bi helîkopterê de girt ser gundekî nêzîkî Qamişlo ku di destê rejîma Sûrî de ye.

Li gor Fermandarîya Navîn ya hêzên Amerîkî, di encama êrîşê de rêberekî DAIŞ hate kuştin, yekî din birîndar bû û du jî hatin girtin.

XS
SM
MD
LG