Li gor nûçeya çapemeniya Îsraîlê şandeke pilebilind ya Îsraîlê ji bo hevdîtinên agirbesta li Gaza û serbestberdana girtiyan gihîşt Qahîreyê.
Malpera Walla ya nûçeyan li ser zarê du jêderên haydar belav kir ku serokê dezgeha îstixbarata Mosadê David Barnea, serokê dezgeha ewlehiyê ya 'Shin Bet- Şabak' Ronen Bar û kordînatorê operasiyonên dewleta Israîlê li herêmên Filistînîyan Ghassan A'lyan, dê bi serokê îstîxbarata Misrê Abbas Kamel û rayedarên payebilind yên leşkerî re hevdîtinan pêk bînin.
Li gorî rojnameya Times of Israel, gotûbêj dê li ser azadkirina dîlan be, ji bilî mijarên ewlehiyê yên girêdayî sînorê di navbera Misir û Gaza de.
Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja Înê ragihand bû ku şandeke Îsraîlî dê di nav du rojên bê de bişîne Qahîre.
Li gorî ajansa Reuters, Ofîsa Serokwezîr got, "Tîma danûstandinan ji bo peymana dîlan dê êvara Şemî an Yekşemê ber bi Qahîreyê ve bide rê,"
Samî Ebû Zuhrî, berpirsekî pilebilind yê Hamasê, di bersiva daxuyaniya Îsraîlê de ji Reutersê re got: "Netanyahu naxwaze şer rawestîne, û ew van daxuyaniyên pûç ji bo veşartina tawanên xwe û hewlên xwe yên rizgarbûna ji encamên wan bikar tîne."
Tê pêşbînîkirin ku danûstandin bo yekem car dê werin destpêkirin, piştî kuştina rêberê Hamasê Îsmaîl Hanîye li Tehran paytexta Îranê.
Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken roja Pêncşemê bang li "hemû alîyên" li Rojhilata Navîn kir ku dest ji "kiryarên gurkirinê" berdin û bigihin rêkeftineke agirbestê li Kerta Gaz.
Li gorî Axios, çûna şanda danûstandinan a Israîlî bo Qahîreyê di encama fişara Amerîka li ser Îsraîl û Misrê ji bo bidawîkirina danûstandinan tê.
Jêder: Reuters/Mediya Îsraîlê/Alhurra