Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Îro Mêvandarîya Danûstandinên di Navbera Îsraîl û Libnanê de Dike

Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio îro Sêşemê li Washingtona paytext, ji bo destpêkirina danûstandinên rasterast di navbera balyozên Îsraîl û Libnanê de, dê civînekê lidar bixe.

Malpera Axios di raporteke xwe de radigihîne ku hevdîtin di demekê de ye ku Îsraîl êrîşên ser çekdarên Hizbullahê li başûrê Libnanê didomîne û Hizbullah jî bi berdewamî mûşekan diavêje herêmên Îsraîlê.

Hevdîtin dê li ser egera agirbestê û bêçekkirina Hizbullahê de be û paşê peymaneke aştîyê were dayîn û şer li Libnanê bidawî bibe.

Ev nêzîkî 30 salan e ku civînên rasterast di navber Îsraîl û Libnanê de nehatine lidar xistin. Civîna herî dawî di navbera herdu welatan de sala 1993'an bû.

Ji bilî Rubio, Balyozê Amerîkayê li Libnanê Michel Issa, Şêwirmendê Wezareta Derve Michael Needham, Balyozê Îsraîlê Yechiel Leiter û Balyoza Libnanê Nadia Hamadeh dê beşdarî civînê bibin.

Hefteya borî di bin givaştina Serok Donald Trump de ji bo kêmkirina şer û girjîyan, Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu razî bû ku civîna di navbera balyozên Îsraîl û Libnanê de li Washingtonê wekî gaveke yekem di danûstandinên aştîyê yên di navbera herdu welatan de were lidaxistin.

Berîya civînê, hikûmeta Libnanê û rêveberîya Trump ji Îsraîlê xwest ku êrîşên xwe yên li dijî Hizbullahê rawestîne.

Netanyahu razî bû ku êrîşên li ser Beyrûtê kêm bike lê êrîşên bejayî li ser bajarokê Bint Cibêl ku yek ji kelehên Hizbullahê li başûrê Libnanê ye berdewam dikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG