Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nivîskar Fehîm Işik: Rakirina Zirxa Parlamenterîyê Pêvajoya Heyî wê Xirabtir Bike


Hikûmeta Tirkîyê dixwaze zirxa parlamenterîyê ya 10 nûnerên Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) rake.

Bernivîsa rakirina destnedana 10 parlamenterên BDP’ê do Sêşemê ji Seroktîya Parlamena Tirkîyê re hate şandin.

Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî de, nivîskar û qunciknivîsê malpera www.ilkehaber.com Fehîm Işik mijara rakirina destnedana sîyasetvanên Kurd dinirxîne.

Birêz Işik dibêje, berî niha jî zirxa parlamenterîyê ji ser parlamenterên Kurd hatibû rakirin û hinêk ji wan bi dehan salan zindanî kirin. Lê, derket holê ku feydeya wê biryarê ji kesekî re nebû.

Fehîm Işik herwiha dibêje, rakirina zirxa parlamenterîyê pêvajoya heyî wê xirabtir bike û bibe sedema êş û kuştinên nû.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG