Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

General McKenzie Ser Metirsîya DAIŞe li Afganistanê Hişyarî Dide


General Kenneth McKenzie
General Kenneth McKenzie

Zêdetirî şeş mehan piştî ku Amerîka leşkerên xwe yên dawî ji Afganîstanê vekişand, metirsiya rêxistina DAIŞ li Afganistanê her ku diçe zêde dibe. Lê belê li gor çend nirxandinên nû yên îstixbaratê, çaverêkirinên ku grûpa tund dikare di demeke nêz de êrîşî Amerîka û hevalbendên wê bike ne pêkan e.

Texmînên cûrbecûr yên îstixbaratî ji Amerîka û welatên din hişyarî didin ku grûpa ku bi navê DAIŞ ya Xorasan tê nasîn, nêzîkî du qat zêde bûye û gihîştiye zêdetirî 4,000 şervanan di dema kontrolkirina Talîbanê ya li ser Afganistanê sala borî.

Fermandarê hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn û Asyaya Başûr roja Sêşemê derket pêş qanûndanerên Amerîkî û pirsên wan bersivand. Wî got ku bêyî fişara berdewam ji alîyê Amerîka û hêzên Afganî yên bi piştgirîya Amerîka ve, rêxistina DAIŞê cihê lingê xwe li wir xurt dike.

Generalê Fermandariya Navendî ya Amerîkî Kenneth Frank McKenzie ji qanûndanerên Amerîkî re got, "Em ji rêgezên pêşveçûna DAIŞ ya Xorasan bi fikar in."

Wî got “êrîşên DAIŞê her ku em derbasî havînê dibin wê zêde bibin."

XS
SM
MD
LG