Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka: Teror Hîn Jî Li Seranserê Cîhanê Metirsîyeke Berfireh e


Wezareta derve ya Amerîkayê roja Pêncşemê di raporeka nirxandinê ya nû da ragihand ku komên terorîst heta sala borî wek "metirsîyek domdar û berfireh li seranserê cîhanê" da mane.

Ser hewildanên Rojavayî yên dijî-terorê heta dûmahîka sala 2020an rapor dibêje "Amerîka û hevkarên wê li dijî rêxistinên terorîst pêngavên girîng avêtine". Lê, ew dibêje "metirsiya terorê pirtir ji alîyê erdnîgarî ve belav bûye herêmên seranserê cîhanê."

Rapor dibêje herçend Dewleta Îslamî ya grûpa terrorîst hemû axa di bin kontrola xwe de li Îraq û Sûrîyê winda kiribe jî, şaxên rêxistinê li seranserî cîhanê şerê terorîstî berdevam kir û di sala 2020an da ji salên berê pirtir mirov kuştin.

Rapor dibêje ku al-Qaîde û alîgirên wê rastî windakirina "giring" hatin du serkirdeyên sereke yên wan hatin kuştin, lê torên wan "berdewam bûn li cihên bindesthilatdar, deverên nakokî û cihên valahiyên ewlehiyê lê heyî li Rojhilata Navîn ji bo bidestxistina çavkaniyên terorîst û pêkanîna êrêşên terorîstî.”

Her wiha hat gotin, "Îranê di sala 2020'an de piştgiriya kiryarên terorîstî li herêmê û cîhanê berdewam kirîye. Ji aliyê herêmî ve, Îranê piştgirî da komên terorîst û hevkarên xwe yên li Behreyn, Iraq, Lubnan, Sûriye û Yemenê, di nav wan da Hizbullah û Hemas jî hene."

Di raporê da hat gotin ku berpirsên payebilind yên El-Qaîde “li Îranê dimînin û li wê derê operasyonên terorîstî hêsan dikin.

Li seranserê cîhanê, hêza Qudsê ya Pasdaran a Şoreşa Îslamî aktorê sereke yê Îranî ne ku piştgirîya rêxistinî û darayî didin terorîstan, û planên terorîstan li seranserî Ewrupa, Afrîqa, Asya û herdu Amerîkayan pêk tînin .”

XS
SM
MD
LG