Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Ewlekariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Behsa Êrîşa Dawî Ya Daişê Dikin


Kampa Holê
Kampa Holê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhiltê Sûriyê derbarî êrîşa şaneyên Daişê li kampa Holê, ku di 12ê Mijdarê de pêkhat, daxwuyaniyek belav kir.

Derbarê vê bûyerê, Rêvebirê Navenda Ragihandina Asayîşê Ebdullah Sedûn, zaniyarî bi dengê Amerîka re parvekirin.

Ew dibêje:

''Yek ji şaneyên veşartî yên Daişê yên di nava kampa Holê de, roja Înê 12ê Mijdarê demjimêr 03:30ê berbanagê, bi çekên sivik êrîş birinser navenda pêşwaziyê ya li kampê ku di encamê de 2 koçberên kampê hatin kuştin. Êrîş hate şikandin û hêzên me dest bi lêkolînên berfireh kirin da ku xwe bigihînin şaneya terorîstan, endamên wê bigirin û jiyana şêniyên kampê ewle bikin. ''

Sedûndi berdewamiya axaftina xwe de diyar kirku lêkolînên Asayîşê yên di derbarî endamên şaneyên Daişê yên kampê didomin û lêpirsîn di derbarî bûyerê de tê kirin.

Li aliyekî din karbidestên rêveberiya xweser dibêjin pirsgirêka kampa Holê pirsgirêkeke navdewletî ye, divê hemû hêzên navdewletî di çareserkirina vê pirsgirêkê de bi erk û berpirsiyariyên xwe rabin.

Yek ji qurbanîyên êrîşa Daişê berpirsê Meclisa Koçberên Îraqî ye, ya din jineke 30 salî ye.

Hêjaye gotinê ye, ev cara yekê ku şaneyên Daişê bi çekên sivik eşkere êrîşekê bi vî rengî pêk tînin.

Li gorî raporên hêzên ewlekarîyê, karîna Daişê ya pêkanîna êrîşan di nava kampê de bilind bû ye.

Raporta Deng/ Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:46 0:00


XS
SM
MD
LG