Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgehkirina Êrîşkarê Uzbekî li Stokholm


Kolîlk û Şemal li navenda bajarê Stockholm ciyê êrîşa terorîstî lê pêkhatî li 7î Nîsana 2017an.
Kolîlk û Şemal li navenda bajarê Stockholm ciyê êrîşa terorîstî lê pêkhatî li 7î Nîsana 2017an.

Tawnbarê Uzbekî yê ku sala par bi otombîlekê êriş li Stockholm pêkanî bû, di êrîşê de 5 kes hatbûn kuştin û 14 kes jî birîndar bûbûn, li jêr tedbîrên ewlekariyek bihêz de dadgehkirina wî hat destpêkirin.

Rakhmat Akilov, kesê ji regez Uzbekî li dadgeheke navxweyî ya bajarê Stockholm amade bû yê ku, bi tawana têkiliyên bi terorê re û kuştina kesan hatiye tawanbar kirin, di dadgehê de li tawana xwe mukir hatiye. Serdozger li dij Akilov cezayê girtina heta hetayê dixwazin.

Akilov yê ku, roja Sêşemê li hember dadgehê amade bûbû û cakêtek şîn di berde bû û li cem parêzerê xwe bû got, min dixwest Swêdê siza bidim jiber beşdarîya di koalisyona navnetewî de li dij komela Dewleta Îslamî li Îraq û Sûriyê, jiber wê yekê min ew êrîş pêk anî.

Parêzerê tawanbar û serdozgerê giştî yê dadgehê, dan zanîn ku Akilov di 10 mehên lêpirsînên yasayî de, yê hevkar bû.

Dozger Hans Ihrman behsa çawaniya pêkanîna êrîşa Rakhmat Akilov kir, dema wî otombîleke veguhastina bîrê dizî bû, û êrîş bir bû ser xelkên li bazarekê navenda bajarê Stockholm, tawanabr piştî 3 seatan hatbû girtin.

Kesên di êrîşê de hatbûn kuştin, zilamek Britanî, jineke Belcikî û 3 kesên Swêdî, ji wana keçeke 11 salî bû.

darizandina Akilov 9 Gulanê bi dawî bibe û havînê biryara dawiyê ya cezakirinê ji dadgehê derkeve.

Ji aliyê xwe ve parêzer Johan Eriksson got "belê" raste, Akilov wê rojê ew otombîl di ajot, êrîş roja 7 Nîsana sala 2017an pêkhat bû.

Akilov di dagehê de got, wî ji rêxistina DAIŞ'ê re daxwaz kir bû ku ew çalakiyek weha liser navê wan encam bide, lê nayê zanîn kanê DAIŞ'ê daxwaza wî erê kiri bû yan na.

XS
SM
MD
LG