Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pispor Pêşbînî Dikin ku DAIŞ Wê di Sala Nû de Êrîşan li Sûrîyê Zêde Bike


Şervanên HSD'ê li nêzîk gundê Baxûsê li Dêra Zorê. Wêne ji arşîvê ye.
Şervanên HSD'ê li nêzîk gundê Baxûsê li Dêra Zorê. Wêne ji arşîvê ye.

Koma tundrê ya DAIŞ'ê kempeyna xwe ya terorê di sala nû de bi du êrîşan dest pê kir. Her du êrîş jî roja Yekşemê li naverast û rojhilata Sûrîyê pêk hatin.

Êrîşa yekê jî dijî karwanekî leşkerî yê artêşa Sûrî bû. Ajansa SANA ya hikûmeta Sûrî ragihand ku di encama êrîşa DAIŞ'ê ya bi muşkan de, pênc leşkerên Sûrî hatin kuştin û dora 20 din jî birîndar bûn.

Di heman rojê de, li devereke parêzgeha Dêra Zorê li rojhilata Sûrîyê, DAIŞ êrîşek bir ser xaleke kontrolê ya di destê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de. Fermandarekî HDS'ê ji medyaya xwecihî re pêkanîna wê êrîşê piştrast kir, lê got ku ti qurbanîyên canî tê de nehatin dayîn.

Tevî ku DAIŞ nema ti deveran li Îraq û Sûrîyê kontrol dike, lê grûpa terorîst hîn jî êrîşên kujer li her du welatan pêk tîne.

Şîrovekar dibêjin ku di sala nû de çekdarên DAIŞ'ê asta êrîşên xwe li dijî hêzên dijber zêde bikin.

Ramî Ebdulrehman, rêvebirê Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafê Mirovan (SOHR), dibêje ku di sala borî de êrîşên DAIŞ'ê li dijî hêzên rejîma Sûrî li beyabana Sûrîyêû herwiha li dijî Hêzên Sûrîya Demokratîk zêde bûn.

"Ew yek nîşane ye ku DAIŞ'ê di vê sala nû de jî wê asta êrîşên xwe bilind bike jibo ku hebûna xwe li ser erdê biçespîne," Ebdulrehman dibêje.

Colin Clarke, pisporê terorîzimê ye li Navenda Soufan li New York'ê. Ew dibêje ku grûpeke wek DAIŞ herdem çavên xwe li cihên vala digerîne da ku êrîşan li wir pêk bîne.

Clarke ji Dengê Amerîka re dibêje ku DAIŞ komeke hergav li şaştîyên hikûmetên li herêmê digere da ku sûdê ji wan bigire û êrîşan pêk bîne. Bi taybet jî hikûmeta Beşar el Esed li Sûrî yan jî hikûmeta Îraqî.

SOHR dibêje ku di sala borî de, bi kêmî ve 600 kes li ser destên çekdarên DAIŞê hatin kuştin ku di nav wan de leşkerên artêşa Sûrî, şervanên HSDê û sivîl jî hene.

Rêvebirê SOHRê Ebdulrehman pêşbînî dike ku ku gefeyên DAIŞ di sala nû de wê hîn zêdetir bibin.

HSD, di raporta xwe ya salane de roja Duşemê ragihand ku di sala borî de wan hem bi serê xwe û hem jî bi hevkarî ligel koalisyona navnetewî 115 operasyonên ewlekarî li dijî torên veşartî yên DAIŞê li bakur û rojhilata Sûrîyê pêk anîne.

"Di encama wan operasyonan de, bêtirî 800 bergumanên terorîst hatin girtin û 90 şaneyên DAIŞî jî hatin armanc kirin," HSD dibêje.

Şîrovekar Clarke dibêje ku gelek rikaberên DAIŞê li ser erdê hene, çi rejîma Sûrî, çi jî HSD'ê, jiber vê jî DAIŞ'ê propagandaya xwe bikar tîne jibo piştgirîya moralî bide çekdarên xwe.

Lê pirs her dimîne, gelo heta kîjan radeyê DAIŞ dikare asta van êrîşên xwe bi demeke dirêj li ser hev dom bike? Şirovekar dibêjin, tenê berdewamî dikare nîşan bide ku ev êrîşên niha yên DAIŞ beşek in ji stratejîyeke nû yan jî tiştekî din e.

Raporta Sîrwan Qiço
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:25 0:00

XS
SM
MD
LG