Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) îro Sêşemê ragihand ku ew ji kampa Hol ya ku malbatên çekdarên Daişê vedihewîne vekişîyan.
HSD’ê di daxuyanîyekê de got,“Ji ber helwesta xemsar ya navnetewî li hember mijara Daişê û negirtina berpirsîyarîyên civaka navnetewî di çareserkirina vê mijara cidî de, hêzên me neçar man ku ji kampa Holê vekişin û ji nû ve ber bi bajarên bakurê Sûrîyê ve werin belavkirin ku rastî metirsî û gefên zêde dibin.”
Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) gotibû ku “Hêzên Hevpeymanîya Navnetewî li dora kampa Holê êrîşên esmanî yên hişyarîyê pêk anîn, û şervanên eşîrên herêmî yên ku hewl didan nêzîkî kampê bibin û senaryoya girtîgeha Şedadê dubare bikin, ku tê de çekdarên Daişê û malbatên wan hatin berdan, armanc girtin.”
Daxuyanîya HSD’ê tê di demekê de ku êrîşên hêzên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûrîyê li herêmên bakur û rojhilatê welêt berdewam in û metirsîyek heye ku ev êrîş bibin egera kuştin û derbiderbûna xelkê sivîl li wan herêman.
HSD’ê di daxuyanîyeke din de li ser platforma X’ê ragihand ku hêzên wan û “Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), êrîşeke komên girêdayî Şamê li enîya Pira Qere Qozak ya li başûrê Kobanîyê têk birin û êrîşkar neçar man ku paşve vekişin û windahîyên mezin dan.”
Di peywendîyên telefonî de ligel Dengê Amerîkayê, hin rûniştvanên Kobanî û Qamişloyê got ku piranîya rûniştvanên herêmên Kurdî şeva borî bêxew derbas kirin û hinekan ji wan bi çekên sivîk nobedarîya gund û bajarên xwe kir.
SOHR’ê ragihand ku “krîza mirovî li bakur-rojhilatê Sûrîyê gihîştîye asteke metirsîdar û zêdetirî 15,000 kes ji bajarên Reqa û Tebqayê koçber bûne.”
SOHR’ê got, “Ev koçber li navendên bicihbûnê yên demkî yên bajar û bajarokên parêzgeha Hesekê, ji ber kêmbûna tund ya xwarin û materyalên ku ji bo germkirinê têne bikar anîn, bi zehmetiyên jiyanê yên bêbersiv re têdikoşin.”
SOHR'ê got ew li ser "vê koçberêya berdewam û dubare hişyarîyê didin û bang li rêxistinên navnetewî û civaka navnetewî dikin ku demûdest destêwerdanê bikin û pêdivîyên bingehîn ji bo bi hezaran kesên bi zorê koçber bûne peyda bikin û zextê li ser hemî alîyên leşkerî bikin da ku çalakîyên leşkerî ji bo ewlehîya sivîlan rawestînin."
Li alîyekî din, SOHR’ê ragihand ku “hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûrîyê bi topên giran û tankan girtîgeha el-Aqtan ya li bakurê Reqayê, ku endamên Daişê vedihewîne, bi topên giran û tankan topbaran kirin da ku êrîşî wê bikin.”
Ajansa Sûrî ya Nûçeyan (SANA) anî ziman ku “Wezareta berevanîya Sûrîyê roja Sêşemê raportên pevçûnên li dora girtîgeha el-Aqtan li Reqayê red kiriye, û tekez kiriye ku ew cih ewle ye.”
Hikûmeta demkî ya Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk hevdu bi pêkneanîna rêkeftina 10 Adarê tawanbar dikin. Di demekê de ku hikûmet dixwaze serwerîya xwe li ser hemû axa Sûrîyê bisepîne, HSD’ê daxwaza statuyeke taybet li herêmên bakur û rojhilatê Sûrîyê dike.