Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hollande dijî DAÎŞ Banga Konferanseke Navnetewî Dike


Serokê Fransa Francois Hollande daxwaza civandina konferanseke navnetewî kir ku li ser Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAÎŞ) gotûbêjan bike.

Birêz Hollande îro Çarşemê ji rojnameya Le Monde re got, divê stratejîyeke global li dijî DAÎŞ hebe.

“DAÎŞ bi başî xwe rêk xistiye, piştgirîya wê ya diravî xurt e û çekên pêşketî di destê wê de heye. Li Sûrîye û Îraqê jî gelek deveran di bin kontrola wê de ye.”

Holande got, ew ji sala 2001ê vir ve rewşa herî xirab e ku civata navnetewî rû bi rû maye.

Hêjayî gotinê ye, Fransa jî alîkarîya çekan ji Kurdan re kiriyete ku şerî DAÎŞ dikin.

XS
SM
MD
LG