Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Dijî DAÎŞ Banga Stratejîyeke Herêmî Dike


Serokê Amerîka Barack Obama dibêje, êrîşên esmanî yên Amerîkî pêşveçûna DAÎŞ sekinand û niha stratejîyeke herêmî pêdivî ye ku DAÎŞ were tune kirin.

Serok Obama îro Çarşemê li Estonya li ser DAÎŞ bi rojnamevan re peyîvî.

Serok got, Amerîka dê bi berdewamî pêşengîya hewlên dijî DAÎŞ a barbar û nêrînên wê yên puç û hovane bike.

“Eger civata navnetewî tev li hewlên me bibe, em dizanin ku pêkan e bandora DAÎŞ û kanînên wê yên leşkerî û sîyasî kêmtir be û herwiha çavkanîyên wê yên diravî jî hindiktir be.”

Serok Obama hişyarî da ku ji bizavên wî rengî re demeke dirêj hewce ye.

XS
SM
MD
LG