Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

92 Malbatên DAIŞ'ê yên Sûrî ji Kampa Holê Hatin Derxistin


Roja Çarşemê 324 kes ji malbatên çekdarên Daişê yên Sûrî ji kampa Holê hatin derxistin.

Berpirsê ofîsa Derketina malbatan li kampa Holê de Mûnîr Mihemed got ku piranîya wan kesan jin û zarok bûn û ew ber bi Reqayê ve hatin şandin.

Mihemed dîyar kir ku li gor biryara Encûmena Cîbicîkar a Rêvebirîya Xweser koma 18’an ya malbatan hatin derxistin.

''Ev nifşê 18’an e û hejmara malbatan 92 û bi giştî 324 kes in. Derketina malbatan hemû tên belge kirin û dû re destûrê derketinê tê dayîn.”

Derketinê malbatên çekdarên Daişê cîhê nerazîbûna Kurdan e, lê Rêvebirîya Xweser dibêje ku dê ew berdewam bin di derxistina malbatên Sûrî bi taybetî.

Mihemed da zanîn ku li kampa Holê 62, 287 Sûrî û Îraqî û malbatên Daişê dijîn, ji vê hejmarê 22,616 kes Sûrî ne.

Wî dîyar kir ku heta niha derdora 1600 malbatên Sûrî ji kampê hatine derxistin, herwiha 95 malbatên Îraqî jî di sere meha Gulanê de hatine derxistin û ji Îraqê re hatin şandin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:16 0:00

XS
SM
MD
LG