Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Dibêje Çekdarên Wê 20 Leşkerên Nîjeryayî Kuştine


Şaxa Afrîqaya Rojava ya rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) berpirsîya êrîşa dijî artêşa Nîjeryayî rakir ser xwe û ragihand ku çekdarên wê 20 leşker kuştine.

Daxuyanîya Dewleta Îslamî ya li Afrîqaya Rojava ragihand ku êrîş roja Çarşemê li bajarokê Kareto ya istana Borno li rojhilata bakurê Nîjerya qewimî û avahîyên artêşê hatin şewitandin û tankek hate rûxandin.

Artêşa Nîneryayî heta niha ti daxuyanî li ser êrîşê û daxuyanîya rêxistina tundrê nedaye.

Dewleta Îslamî ya li Afrîqaya Rojava di 2016’an de ji rêxistina Boko Haram ya Nîjeryayî veqetî û di çend mehên borî de êrîşên xwe li rojhilata bakurê Nîjerya zêde kirine.

Di tundîûtûjîya dûr û dirêj de, heta niha pirtir ji 30,000 kes li Nîjerya hatine kuştin û bi mîlyonan sivîl derbider bûn.

XS
SM
MD
LG