Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daxwazên Avakirina Dadgeheke Navdewletî li Bakurê Sûrîyê Zêde Dibe


Bi dawîbûna şerê DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilata Sûrîyê, alozîya endamên DAIŞ’ê yên di destên HSD’ê hate pêş.

Rêvebirîya Xweser doza avakirina dadgeheke navdewletî dike û bang li civaka navdewletî dike ku welatîyên xwe yên ku di destê HSD’ê de ne, wergirin.

Hevserokê Encûmana Dadê ya Rêvebirîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê Îmad Geraf ji Dengê Amerîka re ragihand ku dadgehên wan xwedîyê dadgehkirina endamên DAIŞ’ê ne, jiber wan li axa wan ew sûc kirine.

“Ti pirsgirêk tune ku em dadgeheke navxweyî ava bikin, lê divê civaka navnetewî piştgirî bide me. Hin şandeyên ku serdana me dikin, ser awayê avakirina dadgehekê ne xwedîyî yek deng in. Hin ji wan pêşnîyar kiribû ev dadgeha li Îraqê be.”

Rêveberîya Xweser, jibo tunekirina DAIŞ’ê û dîtina çareserîyekê ser awayê avakirina dadgehekê bo endamên wê rêxistinê, du konferasnên navdewletî li dar xistin, lê ta niha çareserî nehatiye dîtin.

RK_07_24_2019_Dadgeh
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:06 0:00


XS
SM
MD
LG