Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Dibêje Fermandar Îsmaîl Xan Tev li Wê Bû


Talîbanê îro Înîyê bi daxuyanîyeke ragihand ku Mihemed Îsmaîl Xan serfermandarê berê yê rexistina Mucahidîna û wezîrê berê yê hikûmeta Hamid Karzaî xwe radest kir.

Talîbanê da zanîn ku Xan li Heratê bi çekdarên xwe re teslîm bûye û ew tev li hêzên wê bûne.

Endamê encumena eyaleta Herat, Xulam Hebîb Haşimî ji Reutersê re got ku Îsmaîl Xan di gel walîyê eyaleta Herat û karbidestên ewlekarîyê di çarçevoya peymanekî de xwe radestî Talîbanê kirine.

Haşimî got ku di derbarê hûrguliyên peymanê de agahdarîya wî tuneye.

Radestbûna Îsmaîl Xan ji hêla berdevikê Talîbanê Zabîullah Mucahîd ve hate piştrast kirin.

Lê, ofîsa Îsmaîl Xan li ser îdîaya Talîbanê ti şîrove nekir.

Wêne û vîdyoyên ku nîşan didin ku serfermandarê navdar Îsmaîl Xan di destên çekdarên Talîbanê de ye, li ser medyaya civakî hatin parve kirin.

Îsmaîl Xan bi gelemperî mîna 'Şêrê Heratê' tê nas kirin.

Ew, di 1979'an de serhildana dijî-hukûmetê ya ku bû sedema destpêkirina destwerdana Sovyetê ya 1979'an, tevlî şerên Afganistanê bûbû.

Îsmaîl Xan mehek berê careke din derket pêş ku ev nîşana eşkere ya gefa zêde ya li ser Herat bû.

XS
SM
MD
LG