Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez dîyar kir ku ewê qedexeya derketina derve ya bo zarokan sist bikin.
Sanchez da zanîn ku ew dixwazin ku bi vê sistkirinê zarok ‘’hinek hewaya paqij’’ bistînin.
Bajarvana Barselona Ada Colau, ku bi xwe jî dayik e, bang li hikûmetê kiribû sînordarkirina ser derketina derve sist bike.
Hikûmeta Îspanya derketina derve di 14’ê Adarê de sînordar kiribû û ew sînordarkirin dê di 27’ê Nîsanê de were sist kirin.
Vîrusa korona li Îspanya pirtir ji 20,000 kesan kuştine û ew vîrus ketiye canê bi qasî 200,000 kes.