Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Îspanya Operasyonan li Dij Saziyên Katalonya Encam Dide


Polîs li Madrîdê rêgiriya çalakiyekê dike ya piştevaniya referanduma serxwebûna herêma Katalonya ji Îspanya
Polîs li Madrîdê rêgiriya çalakiyekê dike ya piştevaniya referanduma serxwebûna herêma Katalonya ji Îspanya

Çavkaniyên hikûmeta herêmî ya Katalonya dibêjin, roja Çarşemê polîsê Îspanya wezîrê abûrî yê dewletê Josep Maria Jové desteser kirîye, herwiha polîsan avêtiye ser sazî û dayireyên hikûmeta herêma Katalonya, berpirs û serok şaredariyên herêmê yên piştevaniya referandumê dikin, hatine binçavkirin û dê bên dadgehkirin.

Çavkanî dibêjin, polîsan avêtiye ser saziyên abûrî, wezareta navxweyî û yên karên têkiliyên derve, karên têkiliyên civakî û saziyên din, li herêma Katalonya.

Rojanama EL PAÍS ya Îspanî dibêje, heta niha 14 kes hatine girtin, herwiha polîsê sivîl 45 hezar tikitên taybet bo kampêna dengdana li ser referanduma herêmê hat bûn çapkirin û di kartonan de bûn, hatine girtin.

Roja Sêşemê bi sedan berpirs û serokên şaredariyên herêma Katalonya li dadgehan hatin lêpirsîn kirin ji ber piştevaniya wan ya encam dana referandumê.

XS
SM
MD
LG