Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Îspanya li Madrîdê Rewişa Awarte Radigihîne


Hikûmeta Îspanya jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona li Madrîd ya paytext û li dora wê rewişa awarte ragihand.

Rêvebirîya herêmî ya her çiqas dijî ragihandina rewişa awarte rabû jî, kabîneya Îspanya ew birya di civîna ser vîrusa korona de da.

Wezîrê Saxlemî yê Îspanya Salvador Illa piştî civînê dîyar kir ku rêvebirîya herêmî dijî vîrusa korona tedbîran nastîne û da zanîn ku ew bi rewişa awarte ya li Madrîdê dixwazin rê li ber belavbûna vîrusê bigirin. Illa da zanîn ku rewişa awarte ya li Madrîd û li dora wê dê du hefteyan bidome.

Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez, bi hevkarîya partîyên çep yên hikûmeta koalîsyonê, hefteya borî, tevî ku Seroka Herêma Xweser ya Madrîdê Isabel Diaz Ayuso dijî wî rabûbû jî, bo Madrîd û dora wê hin tedbîr sitandibûn.

Dadgehê piştî serlêdana Ayuso dîyar kiribû ku biryara hikûmeta Îspanya azadîyan binpê dike û ew tedbîr betal kiribûn.

Hikûmeta navendî dê bi ragihandina rewişa awarte re karibe li Madrîdê tedbîrên nû bistîne.

Li gor tedbîrên nû, kesên li herêmên rewişa awarte dê tenê bo karên mecbûrî karibin ji herêmên xwe derkevin, kombûna pirtir ji 6 kesan dê qedexe be û bar û restoran jî dê di 23:00 de werin girtin.

XS
SM
MD
LG