Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îspanya: 600 Koçber ji Derya Hatin Rizgar Kirin


Koçberên Afrîqayî li Malaga ya Îspanya
Koçberên Afrîqayî li Malaga ya Îspanya

Hêzên ewlekarîya beravên Îspanya ragihand ku di 24 demjimêrên dawî de, 600 koçberên ku dixwestin di ser re Fasê re bigihêjînin wî welatî, ji derya hatine rizgar kirin.

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberî (IOM) dîyar kiribû ku hejmara koçberên ku îsal hewildane xwe bigihêjînin Îspanya, li gor heman demê ya 2016’an 3 qat zêde bûye.

Karbidestên Îspanya da zanîn ku koçber bi 15 maşîneyên derya bi rê ketine û di nav wan de 35 zarok û bebikek jî hebûne.

Li gor daneyên IOM’ê, îsal heta niha 11,849 koçber gihaştine Îspanya. Par, ew hejmar di temamê salê de 13,246 bû.

Pisporên koçberîyê dibêjin ku jiber ku rêka Fas-Îspanya ewle ye tê karanîn, lê dane nîşan didin ku bi kêmî ve 120 kes di vê rotayê de jîyana xwe ji dest dane.

Piranîya koçberên ser vê rêkê, ji welatên Afrîqa Rojava yên wek Senegal, Gambîya, Gîne bi rê dikevin.

XS
SM
MD
LG