Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartina Îspanya: Sosyalîst bi Ser Ketin, Rastgirên Tundrê Cara Pêşîn Ketin Parlamanê


Di hilbijartinên Îspanya de, li gor encamên nefermî Partîya Karkeran ya Sosyalîst ya Îspanya (PSOE) ya bi pêşengîya serokwezîrê wî welatî Pedro Sanchez bi ser ket.

PSOE 28,7 ji sedê dengan sitand lê bo avakirina hikûmetê dengên pêwîst nestandin.

Sosyalîstan 123 kursîyên parlamentoya bi 350 kursî bi dest xistin.

Partîya Gel (PP) ya bi rastgirîya li navendê tê nasîn 16,7 ji sedê dengê sitand. PP li gor hilbijartina berê nîvê kursîyên xwe wenda kir û bo 66 parlamanteran kursî sitand.

Partîya lîberal, Ciudadanos (Hemwelatî) 15,8 ji sedê dengan sitand û hejmara kursîyên xwe ji 32’yan rakir 57’an.

Partîya Podemos ya çepgir jî 14,3 ji sedê dengan sitand û 42 kursî bi dest xist.

Partîya rastgirên tundrê Vox, ku di kempeyna hilbijartinê de dijî koçber û penaberan gotin dikirin, 10,3 ji sedê dengan sitand û cara pêşî ket parlamantoyê.

Li gor vê encamê, Vox dê bi 24 kursîyan were temsîl kirin.

XS
SM
MD
LG