Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îspanya Ser Pêla Duyê ya Vîrusa Korona Hişyarîyê Dike


Karbidestên saxlemîyê yên Îspanya ser pêla duyê ya vîrusa korona hişyarî kirin.

Wezareta Saxlemî ya Îspanya dîyar kir ku di 24 saetên dawî de 971 pêketîyên nû yên vîrusa korona hatine tespît kirin ku ew ji dawîya Hezîranê vir hejmara herî zêde ye.

Li gor wezaretê, li seranserê Îspanya 281 navendên vîrusa korona yên aktîf hene.

Cîgira Serokê Navenda Saxlemîyê Maria Jose Sierra da zanîn ku li rojhilata bakurê welêt belavbûna civakî ya vîrusa korona heye.

‘’Dibe ku pêla duyê destpê kiribe, lê ew ne mijara herî girîng e. Ya girîng, divê em tiştên diqewimin baş bişopînin û tedbîrên pêşde bistînin.’’ Sierra got.

Hikûmeta Îspanya di Hezîranê de dest bi sitkirina tedbîrên dijî vîrusa korona kiribû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Îspanya pirtir ji 272,000 kes bi vîrusa korona ketine û 28,432 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG