Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje di Êrîşeke Filîstîyan de Sivîlek li Kenara Rojava Hate Kuştin


Bajarokê Nablus li Kenara Rojava (Gulan 13, 2023)
Bajarokê Nablus li Kenara Rojava (Gulan 13, 2023)

Artêşa Îsraîlî îro Sêşemê ragihand ku çekdarekî Filîstînî li nêzî wargeheke Cîhûyan ya li Kenara Rojavaya dagirkirî sivîlekî Îsraîlî kuşt.

Artêşê got ku ku bûyer li nêzî wargeha Hermeş ya li bakurê Kenara Rojavaya qewimî û hêzên ewlekarîyê ketine dû êrîşvan ku navê wî Meir Tamarî yê 32 salî ye.

Êrîş, rojeke piştî merasîma olî ya rûniştvanên Cîhû tê ku li nêzî wargeheke çolkirî hatibû kirin. Kenara Rojava, ev saleke ku bûye qada tundîyên zêdebûyî û Îsraîlê wek bersîvdana êrîşên Filîstînîyan operasyonên leşkerî yên dema şevê pirtir kirine.

Pisporên herêmî bal dikşînin ku şer piştî hatina hikûmeta rastgir ya nû ya Îsraîlî ya di Berfanbara sala borî de xurttir bûye.

AP dide zanîn ku heta niha herî hindik 117 Filîstînî li Kenara Rojava û rojhilata Orşelîmê hatine kuştin ku nîvê wan kesan endamên komên çekdar in û dîsa bi kêmî ve 21 Îsraîlê di êrîşên Filîstînîya de hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG