Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pedersen Dibêje Şerê li Gaza Rewşa Sûrîyê Dijwartir Dike


Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê jibo Sûrîyê, Geir Pedersen hişyarî dide ku bi domkirina şerê navxweyî ya 12 salî û bi zêdebûna tundî û bêîstiqrarîyî, şerê Îsraîl û Hamasê ber bi Sûrîyê ve fireh dibe.

Pedersen ji Civata Ewlekarî ya NY re got ku ji bilî tunîya heyî ya ji şerê berdewam, gelê Sûrîyê niha rûbirûya xeterîyên şerê navbera Îsraîl û Hamasê dibin.

“Bandora şerê navbera Îsraîl û Hamasê ji niha ve giheştîye Sûrîyê. Îsraîlê çend caran li firîngehên li Şam û Helebê xistine û Amerîka wek êrîşên dijî hêzên wê yên li nava Sûrîyê bi awayekî tolhilder bersîv dane,” Pedersen got.

Wî herwiha dîyar kir ku a hejmara Sûrîyên kuştî, birîndarkirî û derbiderkirî ji isala 2020an vir ve di asta herî bilind de ye û li herêmên bin kontrola hikûmeta Sûrî zêdebûna êrîşan dîyar dibe.

Pedersen herwiha da zanîn ku hêzên hikûmeta Sûrî li bakurê rojavayê welêt êrîşên dijî Heyet Tehrîr el Şam zêde kirine. “Hikûmeta Tirkîyê jî li bakurê rojhilata Sûrîyê zîyaneke mezin daye binesazîyên wek navendên saxlemîyê, dibistan û kampên penaberan û bi dehan kes kuştine û pirtir ji 120 hezar sîvîl jî derbider kirine.”

XS
SM
MD
LG