Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşên Esmanî yên Îsraîlê de 10 Sîvîl li Lubnanê Hatine Kuştin


Medyaya dewletê ya Lubnanê îro Pêncşemê ragihand ku di du êrîşên esmanî yên Îsraîlê de li welêt 10 sîvîl hatine kuştin.

Îsraîlê piştî ku leşkerekî wê bi guleyên ji Lubnanê hat kuştin êrîş bir ser Nabatiyeh û gundekî li başûrê Lubnanê û Hizbulahê jî soza bersîvdanê dan.

Li gor medyaya dewletê ya Lubnanê, bi êrîşa Îsraîlê li Nebatiyehê beşeke avahîyekê hilweşîye û ji maleke yek ji wan zarok 7 kesan canên xwe ji dest dane.

Li gundê Souaneh jî jinek û du zarokên wê hatin kuştin. Ji kuştîyên sîvîl 6 jin in û 3 zarok in. Roja Çarşemê 3 çekdarên Hizbulahê hatin kuştin.

Dîsa do Çarşemê şewateke li Lubnanê derbazî Safed ya Îsraîlê bû û di encamê de leşkereke jin ya Îsraîlî canê xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.

Mirinên dawî nîşan didin ku piştî şerê Îsraîl û Hamasê, ku di 7’ê Cotmehê de destpê kiribû, girjîya li sînor gurtir bûye.

Sazîyên hikûmetê, dibistan û Zanîngeha Lubnanê jibo protestokirina êrîşên esmanî wê îro Pêncşemê girtî bin.

Jêder: VOA, AP

XS
SM
MD
LG