Medyaya dewleta Sûriyê û jêderekî ewlekarî îro Çarşemê ragihand ku di êrîşeke esmanî ya Îsraîlê ya avahîyeke sivîlan de 2 kes li Şamê hatin kuştin.
Televîzyona dewleta Sûrî ji zarê jêderekî leşkerî got ku êrîş di demjimêr 09:40ê sibê de taxa Kefer Suse qewimî û hejmareke kesên din jî birîndar bûn.
Dîmenên ku ji aliyê medyaya dewleta Sûrî hatine weşandin, avahiyeke pirqatî nîşan didan ku beşeke wê şewitîye.
Jêderê ewlekarîyê got ku êrîş negihêşt armanca xwe, lê wî eşkere nekir ku armanc kî yan çi bû.
Reuters dide zanîn ku taxa armanckirî mazûvaniya avahiyên sivîlan, dibistan û navendên çandî yên Îranî dike û li nêzî avahîyên mezin yên sazîyên ewlekarîyê ne ku bi başî tên parastin.
Di Sibata 2023an de ji li heman taxê êrîşeke Îsraîlî qewimîbû û hin pisporên leşkerî yên Îranî hatibûn kuştin.
Dîdevanan ji ajansê re got ku wan çend peqînên dû hev bihîstin û zarokên dibistaneke nêzîk gelek tirsîyan û ambulans hatin cîhê bûyerê.