Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl ji Nûçeyên Ser Naskirina Dewleta Filîstînê Rexne Dike, Washington jî Banga Dûrmayîna ji Biryarên Yekalî Dike


Îsraîlê îro Çarşemê bi tundî bertek nîşanî hin dewletên Ewrupî da ku ewê di 28’ê Gulanê de bi fermî dewleta Filîstînê nas bikin.

Îrlanda, Norwêc û Îspanya roja Çarşemê gotin ku ewê di 28ê Gulanê de bi awayekî fermî Dewleta Filîstînê nas bikin û welatên Ereb û Misilman bi germî pêşwazîya wê ragihandinê dikin.

Wezîrê Derve Îsraîl Îsraîl Katz got ku biryara naskirina dewleta Filîstînê wê "encamên giran" bi xwe re bîne.

"Ez îro peyameke zelal dişînim: Îsraîl wê hember wan kesên ku serwerîya wê xira dikin û ewlekarîya wê dixin xeterîyê, bê bertek nemîne."

Piştî belavbûna biryara Îrlanda, Norwêc û Îspanya, wezareta derve ya Îsraîlê ragihand ku ew balyozên xwe yên li wan sê dewletan jibo şewirên awarte yên ser naskirina dewleta Filîstînê paşve dikşîne.

Wezaretê got ku ya Îsraîlê ragihand ku ew balyozên xwe yên li Îrlanda û Norwêcê jibo şewirên awarte paşve vedikişîne,wek bersîvdana biryarên wan welatan bo naskirina dewleta Filîstînê.

Li ber e ku Îsraîl balyozê xwe yê Îspanya jî paşve bikişîne.

Bi alîyekî din ve, rêvebirîya Amerîkî jî got ku divê dewleta Filîstînê bi danûstandinan pêk were, ne bi naskirina yekalî.

Qesira Sipî îro Çarşemê ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden di wê bawerîyê de ye ku divê dewleteke Fîlîstînî bi rêya danûstandinan were damezirandin, ne bi naskirina yekalî.

Di daxuyanîya Qesira Sipî de rasterast behsa biryara naskirina fermî ya dewleta Filistînê ya ji hêla sê welatên Ewrupî nehat kirin ku hevbendên nêzîk yên Washingtonê ne.

Serok Biden û Wezîrê Derve Antony Blinken givaştinê li ser Îsraîlê dikin ku gotûbîjên derbarê nexşerêyeke jibo dewletek Fîlîstînî qebûl bike.

Lê, Washingtonê daxwazeke vê dawîyê ya Civata Ewlekarîyê ya NY jibo naskirina Dewleta Filîstînê veto kiribû û gotibû ku naskirin tenê dikare bi rêka danûstandinan pêk were û divê ewlehîya Îsraîlê li ber çavan bigire.

Jêder: AFP, Reuters

XS
SM
MD
LG