Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW Dibêje Îsraîlê bi Fosfora Sipî Avahîyên Sivîlan li Lubnanê Xistine


Rêxistina Çavdêrîya Mafê Mirovan yan Human Rights Watch (HRW) îro Çarşemê di raporteke Îsraîl tawanbar kir ku li ser avahîyên sivîlên li herî kêm pênc gund û bajarokên li başûrê Lubnanê guleyên fosfora sipî xebitandine.

HRW hişyarî da Îsraîlê ku karanîna fosfora sipî binpêkirina qanûnên navnetewî ye û dibe ku zararê bide sivîlên li wê heremê.

“Li Lubnanê derbarê birînên şewatê ku jiber fosfora sipî çêbûne ti delîl tunene, lê lêkolînerên me şahîdên ku zararên pêkan yên behnkişandinê nîşan didin, dîtine,” Human Rights Watch di raporta xwe de got.

Parêzvanên mafên mirovan dibêjin ku li gorî qanûnên navnetewî karanîna cebilxaneyên kêşebar li heremên sivîlan sûc e.

Fosfora sipî madeyeke kîmyayî ya sipî û germ e ku dikare avahîyan û goştê mirovan heta hestî bişewitîne.

Dîsa, kesên ku sax dimînin jî di bin xeterîya enfeksîyonan, têkçûna organan û zehmetîya nefesê de dimînin.

Artêşa Îsraîlê ji Associated Press re got ku ew li gor qanûnên navnetewî yên di derbarê cebilxane û karanîna fosfora sipî de tevdigere, madeyên kîmyayî tenê wek perdeya dûmanê bi kar tîne, ne jibo armanckirina sivîlan.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG