Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl, WHO bi Hevkarîya bi Hamasê re Tawanbar Dike


Îsraîlê îro Pêncşemê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) hevkarîya veşartî ya bi Hamasê re tawanbar kir.

Balyoza Îsraîlê Meirav Elion Shahar di civîna rêvebirîya WHO de dîyar kir ku nexwşxaneyên li Gaza ji alîyê çekdarên Hamasê ve têne karanîn û îdia kir ku WHO guh nade delîlan.

Shahar got ku jiber ku Hamas li nexweşxaneyan bi cîh dibe û mertalên zindî bi kar tîne li axa Filîstînîyan saxlemî tuneye.

‘’Hêzên Îsraîlê li her nexweşxaneya ku lê lêgerînê dikin delîlan dibînin ku Hamasê ew cih jibo kiryarên leşkerî bi kar anîne.’’

Wê dîyar kir ku WHO naxwaze rastîyan bibîne û dîyar kir ku ew jî nîşan dide ku hevkarîyeke veşartî heye.

Ji alîyê din ve karbidestên Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar dikin jiber gurbûna pevçûnên li Xan Yunusê du nexweşxaneyên serekî yên bajêr, Nasser û Al-Amal hatine dorpêç kirin.

Karbidest dibêjin ku bi sedan nexweş û bi hezaran kesên ji warên xwe derktine li nexweşaneyan ketine rewişeke dijwar.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG