Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yair Lapid: Îsraîl Û Amerîka Ji Bo Pêşîgirtina Îranek Navokî Dê Pêkve Bixebitin


Wezîrê Derve yê Îsraîlê roja Yekşemê got, Îsraîl û Amerîka dê hevkariyê bikin ji bo pêşîgirtina li Îraneke navokî tevî nakokiyên wan li ser rêkeftina navokî ya ku dê bihêt nûjen kirin.

Yair Lapid li Orşelîmê di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de ligel Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken got: "Derbarê rêkeftina navokî û encamên wê me nêrînên cûda hene, lê diyaloga vekirî û rast û dirist beşek ji hêza dostaniya me ye."
"Îsraîl û Amerîka ji bo pêşîgirtina li Îraneka navokî dê pêkve bixebitin."

Wezîrê Derve yê Îsralê Yair Lapid got "duberî derbarê Bernama navokî û encamên wê hene" li gel Washington "Lê di navbera me de diyalogek vekirî û bi bawerî heye", herwiha wî got "Îsraîl û Amerîka dê pêkve kar bikin ji bo ku nehîlin Îran bibe xwedî çekê atomî, lê dîsan jî Îsraîl dê wê bike ya ku dibîne pêdîvîye bihê kirin ji bo rawestandina Bernama navokî ya Îranê."

Li gor Lapid "gefa Îranê ne tenê axiftine, Îranî dixwazin Îsraîlê jinav bibin, ew biserneketine û emê rê nedîn wan." Yair Lapid wezîrê derve yê Îsraîl got.

Li aliyek din Wezîrê derve yê Amerîka Anthony Blinken civîn li gel wezîrên hin welatên Ereb pêkanîn ku pêşwext pêşkeftineke weha rû nedabû û derbarê bernama navokî ya Îranê gotûbêj hatin kirin.

XS
SM
MD
LG