Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîlê Sê Endamên Hizbullahê li Başûrê Libnanê Kuştine

Escalation between Hezbollah and Israel amid the U.S.-Israeli conflict with Iran
Escalation between Hezbollah and Israel amid the U.S.-Israeli conflict with Iran

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Duşemê ragihand ku wan sê endamên Hizbullahê li başûrê Libananê kuştine.

IDF’ê li ser platforma X’ê got, “Di operasyoneke hêzên Lîwaya Givatî de li bakurê Çemê Litanî, Sê terorîstên ku plana avêtina dronan ber bi hêzên me ve dikir, hatin jinavbirin û rokêtên ku ji bo avêtinê amade kiribûn, hatin dîtin.”

IDF’ê anî ziman ku “Hêzên Lîwaya Givatî di bin fermandarîya Firqeya 36an de ji bo jinavbirina terorîstan û hilweşandina binesazîya rêxistina terorîst a Hizbullahê li bakurê Çemê Litanî dixebitin.”

Hêzên Îsraîlî got ku “di girtina bilez a çemberê de, firokên bêfirokvan ên Hêzên Esmanî yên Îsraîlê terorîst nas kirin û ji holê rakirin dema ku wan hewl dida ji herêmê birevin.”

“Ji bilî jinavbirina terorîstan, hêzan dest bi lêgerînê kir û enbareke çekan dît ku tê de rokêt û dronên teqemenî yên amade ji bo avêtina ber bi hêzên me ve hebûn,” IDF’ê got.

IDF’ê girteyeke vîdyo li ser X’ê parve kir ku lêdana bingehekê nîşan dide û got, “piştî çalakîya hêzên me li vê sektorê, ew enbar hat lêdan û teqînên din hatin tesbîtkirin ku hebûna çekan nîşan da.

This item is part of
XS
SM
MD
LG