Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Fermandarekî Îstîxbarata Hemasê Dikuje

Hêzên Esmanî yên Îsraîlê (IAF) îro Pêncşemê ragihand ku Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF)û ajansa ewlekarîyê Shin Bet, fermandarê îstîxbarata leşkerî di rêxistina terorîst Hemasê de ji nav bir.

IAF got ku IDF û Shin Bet “doh Çarşemê êrîşî Mihemed Ebû Şe’la, fermandarê îstîxbarata leşkerî yê rêxistina terorîst Hemasê di Lîwayê Xan Yunisê de kir û ew ji holê rakir.”

Wê anî ziman ku “Şe’la di dema şer de wekî efserê îstîxbaratê yê berpirsên payebilind ên lîwayê xizmet dikir û di plankirina komkujîya 7'ê Cotmehê de li Lîwayê Xan Yunisê beşdar bû.”

“Di mehên dawî de, Şe’la peymana nûveavakirina şiyanên rêxistinê li Kerta Xezayê binpê kir û plan dikir ku êrîşên terorîstî li dijî hêzên IDF'ê yên ku li Kerta Xezayê û dewleta Îsraîlê dixebitin pêk bîne,” IAF got.

Hêzên Îsraîlê dibêjin wan ew terorîst bi baldarî kir armanc "ji bo rakirina gefeke rasterast li ser hêzên me. Berî êrîşê, gav hatin avêtin da ku ziyana li ser sivîlan kêm bikin, di nav de jî bikaranîna çekên rast, çavdêrîyên esmanî û agahdarîya îstîxbaratê ya zêde.”

Îsraîl dibêje Hêzên IDF û Shin Bet li gor peymanê li herêmê hatine bicihkirin û dê ji bo rakirina her gefeke rasterast operasyonan bidomînin.

XS
SM
MD
LG