Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro ragihand ku wan çend bingeh li Çendîn cihên binesaziyê li kompleksa petrokîmyayî ya bajarê Mahşehr ê başûrê rojavayê Îranê kirine armanc.
IDF’ê li ser platforma X’ê got, “Ev bingeh ji alîyê hêzên çekdar ên rejîma terorîst a Îranê ve ji bo hilberandin û hinardekirina madeyên xav ji bo hilberîna çekan dihatin bikaranîn.”
IDF’ê li ser hesaba xwe ya Îbrî ya platforma X’ê girteyeke vîdyoyî parve kir ku armancgirtina bingehekê nîşan dide, û got, “Dîmenên rengîn ên yekem ji êrîşên li Îranê: IDF çend kêliyan berê pergalên parastina esmanî yên rejîma terorîst a Îranê wêran kirin.”
Wê got, “Hêza esmanî çend kêlîyan berê êrîşên li dijî sîstemên berevanîya esmanî yên rejîma terorîst a Îranê li rojava û navenda Îranê temam kirin.”
“Wêrankirina sîsteman serdestîya esmanî ya Hêza Esmanî li ser esmanê Îranê bêtir berfireh dike, bi armanca ku gefên li ser welatîyên Dewleta Îsraîlê berdewam bike,” IDF’ê got.