Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Libnan Dibêje ku Êrîşên Îsraîlê li Başûrê Welêt 9 Kes Kuştine

Wêne ji arşîvê ye
Wêne ji arşîvê ye

Ajansa Nûçeyan a dewleta Libnanê ragihand ku roja Şemîyê di êrîşên Îsraîlê de li başûrê welêt herî kêm 9 kes hatine kuştin.

Ajansê got ku “dema balafirên şer ên Îsraîlê li maleke gundê Ensar ê başûr xist, 7 kes hatin kuştin, û du kesên din jî di êrîşa li ser gundê Dêr Zehranî de hatin kuştin.” Di êrîşan de 11 kes birîndar bûn.

Ev êrîş dibe piştî ku Libnanê li ser çarçoveyeke aştîyê ya bi navbeynkarîya Amerîkayê bi Îsraîlê re li hev kir.

Li gor peymana heyî, leşkerên Îsraîlê di hundurê başûrê Libnanê de dimînin heta ku Hizbullah were bêçekkirin û artêşa Libnanê navçeyê kontrol bike, şert û mercên ku koma ku ji hêla Îranê ve tê piştgirîkirin wekî radestkirin tîne ziman û wê red dike.

Serokê Hizbullahê Ne’îm Qasim di gotarekê de roja Înê got, "Peymana çarçove ... fermanek Îsraîlê ye ku bi pênivîseke Îsraîlê hatiye nivîsandin û rayedarên Libnanê îmze kirine."

Artêşa Îsraîlê got ku wan di şevekê de, li tiştê ku ew wekî herêmeke ewlehîyê li başûrê Libnanê bi nav dikin, wekî bersiva kiryarên dijî leşkerên Îsraîlê, êrîşî binesazîya Hizbullahê kir.

Ajansa Libnanî got ku di nav heft kesên ku li Ensarê hatine kuştin de sê zarok û du jin hebûn.

Berpirsên Libnanî êrîş şermezar kir û serokwezîr Newaf Salam di postekê de li ser X’ê got, "Şehîdên êrîşa Îsraîlê ya li ser gundê Ensar 'binesazîya leşkerî' nînin û jin û zarokên ku di wê êrîşê de hatine kuştin ne armancên leşkerî ne."

Wezîrê Berevanîyê yê Îsraîl Izarel Katz, di serdana xwe ya başûrê Libnanê de roja Pêncşemê, gotibû ku heta Hizbullah neyê bêçekkirin, Îsraîl dê ji deverên di bin kontrola wê de venekişe.

Karbidestekî Wezareta Derve ya Amerîkayê got ku hebûna leşkerî ya mayînde ya Îsraîlê li wir, ne guncaw e li gel sozên ku di peymana bi hikûmeta Libnanê re hatine destnîşankirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG