Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu: Fermandarê Hêza Ridwan a Hizbullahê li Beyrûtê Hat Kuştin

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Çarşemê ragihand ku Fermandarê Hêza Ridwan a koma Hizbullahê li Beyrûtê hat kuştin.

Netanyahu ser platforma X’ê got ku wî, "ligel Wezîrê Berevanîya Îsraîlê Israel Katz, ferman daye Berevanîya Îsraîlê (IDF) ku li paytexta Libnanê Beyrût êrîşekê li ser fermandarê Hêza Ridwan a Hizbullahê bikin da ku wî jinav bibin."

Serokwezîrê Îsraîlê herwiha got: “Terorîstên Ridwanê berpirsyarên êrîşên ser cihên Îsraîlê û birîndarkirina leşkerên IDF’ê ne.”

Netanyahu di posta xwe de hişyar da ku “Ti terorîst ne di ewlekarîyê de ne. Destê Îsraîlê yê dirêj dê bigihêje her dijmin û kujerî.”

Di daxuyanîya xwe de, Netanyahu soz da ku ewê "Ewlekarîyê ji bo xelkê bakur Îsraîlê bîne. Ev kar bi vî rengî tê kirin û dê bi vî rengî bibe jî!"

Heta niha nasnameya fermandarê Hêza Ridwan nehatîye eşkerekirin. Hêza Ridwan wekî hêza taybet a rêxistina Hizbullahê tê nasîn.

This item is part of
XS
SM
MD
LG