Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îsraîlê Isaac Herzog Encamên Hilbijartinan Pejirand

Serokê Îsraîlê Îsaac Herzog encamên hilbijartinên hefteya borî yên welatê xwe pejirand û rêze civînên şêwirmendiyê bi serokên partiyên siyasî re dest pêkir da ku hikûmeta nû pêk bîne.

Pejirandina fermî ya encaman ji aliyê Herzog ve wekî derbeyek siyasî ji bo hewildanên Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu tê dîtin. Ev yek piştî wê hat ku partiya wî ragehand ku partiyên Ereban bi piştgirîya derve hilbijartin "dizîne".

Netanyahu û hevpeymanên wî yên parêzgar piraniya kursiyên xwe di Parlamana Îsraîlê de ji dest dan, di dema ku partiyên bi regez Erebî destkeftiyên girîng di hilbijartinan de bi dest xistin.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Îsraîlê roja Çarşemê ragihand ku piştî vekolînek berfireh û kûr li ser hemû gilî û îdîayên sextekrîyê, "tu belgeyek nehatiye dîtin, nîşan bide ku pêşêlîyek çêbûye ku rastiya hilbijartinan xera bike an jî li ser encaman bandorê bike."

Di heman demê de, vekolînek din li ser gumanên destwerdana derve di hilbijartinan de hîn jî berdewam e. Ev lêkolîn ji aliyê dezgeha ewlekariya navxweyî ya Îsraîlê Shin Bet ve tê meşandin, ku di bin çavdêriya David Zini, kesek nêzîkî Netanyahu de, ye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG