Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu bo Gelê Îranê : Zû yan Dereng Rejîm Wê Hilweşe û Roja Azadîya We Nêzîk e

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dibêje ku rejîma Îranê zû yan dereng dê hilweşe û gelê Îranê dê azad bibe.

Netanyahu got: “Ev rejîm dê hilweşe. Dibe ku dem bigire, lê ewê hilweşe. Ew niha pir lawaz e. Cezayên ku ji hêla Serokê Amerîka Trump ve li ser hêzên Pasdaran hatine sepandin dê wan pir lawaz bikin, ji ber vê yekê ez ji we re dibêjim, hêvîya xwe winda nekin û roja azadîyê nêzîk e.”

Di hevpeyvînekê de ligel Daily Mail, Serokwezîrê Îsraîlê got ku welatên rojavayî, bi taybet Brîtanya, rexne li Îsraîlê girtine û di heman demê de gefên ji alîyê Îranê ve paşguh kirine.

Netanyahu diyar kir ku “Rejîma desthilatdar a Îranê bi deh hezaran welatîyên xwe kuştîne û niha aborîya welatên rojavayî dixeniqîne.”

Serokwezîrê Îsraîlê herwiha da zanîn ku welatê wî dê bi alîkarîya hevalbenda xwe Amerîka li hember bernameya navokî ya Îranê rûbirû bibe.

“Eger Îran niha çekên navokî hebûya da çi çêbe? Hizra xwe bikin ew niha bê çekên navokî çi dike, ew dê êrîşî her kesê di rîya wê de bike û givaştinê li ser tevahîya cîhanê ji bike,” Netanyahu got.

Serokwezîrê Îsraîlê wiha domand, “Em li vir welatekî biçûk in, di dilê Rojhilata Navîn şer dikin, ne tenê ji bo parastina xwe, lê di heman demê de ji bo parastina welatên Ereb, ji serdestîya Îran û kom û çekdar ên girêdayî wê ve."

This item is part of
XS
SM
MD
LG