Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kerta Gaza Çekdar Rokêtan Davêjin Îsraîlê


Çekdarên Filestînê îro Şemiyê pêleka rokêtan avêtin başûrê Îsraîlê û Îsraîlê jî bi êrîşên esmanî bersiva rokêtan da, li gor leşkeran.

Îsraîlê got herî kêm 50 rokêt li nava Îsraîlê ketin û sîstema wan a berevaniyê rê li dehan ji wan rokêtan girt.

Raportan behsa ti ziyanên mirovî nekir, lê berpirsên Gaza dibêjin herî kêm sê Filestînî birîndar bûne.

Roja Înê, çar Filestînî bi agirên Îsraîlê hatin kuştin, di demekê de ku du serbazên Îsraîlê di xwepêşandanên heftane yên Filestîniyan de li nêzîkî sînor birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG