Artêşa Îsraîlê îro Şemîyê kuştina rêberekî din ê koma Hemasê li Kerta Xezayê ragihand.
Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) di daxuyanîyeke de, ku li ser platforma X'ê belav kir, dibêje ku “hêzên wan fermandarê betalyoneke Hemasê bi navê Şerif el-Hesnat kuşt û gefa wî ji holê rakir.”
IDF herwiha da zanîn ku el -Hesnat bi dirêjahîya dema şerê Îsraîl û Hemasê de beşdarîyeke pêşeng di hewldanên vejandina binesazîya Hemasê ya li bin erdê dikir,
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku di demên dawî de fermandarê Hemasê bi berdewamî handan ji bo pêkanîna kiryarên “terorîst” ên dijî leşker û sivîlên Îsraîlî dikirin.
Israîlê got ku ew el Hesnat gefeke rasterast bû li ser Îsraîl û welatîyên wê.