Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Bombebaranê Zêde Dike Û Dergehê Alîkariya Bo Gazayê Vedike


Kamyonên alîkariyên mirovî li deriyê Kerem Şalomê li benda kontrolê ne
Kamyonên alîkariyên mirovî li deriyê Kerem Şalomê li benda kontrolê ne

Îsraîl roja Yekşemê bo cara yekem dergehekî rasterast ji bo alîkariya bo Gazayê vekir, di şerê xwe yê zêdetirî du mehan de li ser Hamasê, lê di heman demê de êrîş zêde kirin, û got ku fişara leşkerî tenê rê ye ku dê rehîneyên wê bêne azadkirin.

Êrîşên Îsraîlî di nava şerekî dijwar de li dirêjahiya kerta peravê pêk hatin, li gorî rûniştvan û mîlîtanan, di roja çaran de têkilî qut bûn, û gihîştina birîndaran zehmet bû.

Heyva Sor a Filistînî li ser X got: "Qutbûna pêwendiyê li Gazayê ya herî dirêj e ji destpêka aloziya Îsraîlê ve," û anî ziman ku tîmên wê jî ji ber topbaranê asteng bûne. Peywendiyên telefonî gav bi gav li deverên navend û başûr hatin sererastkirin, kompaniyên peywendiyên telefonê paşê got.

Hêviyên ji bo aştiyê roja Şemiyê zêde bûn dema ku çavkaniyekê got ku serokê îstîxbarata Îsraîlî roja Îniyê bi serokwezîrê Qeterê re axivî, ku navbeynkariya serbestberdana rehîneyan kir li beramber agirbesteke hefteyî û azadkirina girtiyên filistînî.

Di nîşaneke erênî ya din de, dergehê Kerem Şalom di navbera Îsraîl û Gazayê de roja Yekşemê bo yekem car ji destpêka şer ve, ji bo kamyonên alîkariyê vebû, karbidestan got, di tevgerekê de ku dê rêjeya xwarin û dermanan bo Gazayê duqat bike.

Lê Îsraîlê guman kir ku alîkarî dê bên belavkirin, karbidestên alîkariyê bi belavnekirina alîkariyên ku ji Misrê derbas bûne tawanbar kir, û serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu soz da ku "heta dawiyê şer bike". Ajansên alîkariyê dibêjin belavkirina alîkariyê ji ber tundûtûjiyê hatiye astengkirin.

Hamasê got ku ew ê li ser azadkirina rehîneyan gotûbêjan neke di demekê de ku Îsraîl êrîşên xwe didomîne.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG