Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Tenduristîyê Ya Xezayê Dibêje Di Êrîşeka Îsraîlê De 40 Kes Mirine


Berdevkê Wezareta Tenduristiyê li Kerta Xezayê ya di bin kontrola Hemasê de roja Yekşemê got ku artêşa Îsraîlî bi şev êrîşî kampeke penaberan kir û herî kêm 40 kes kuştin, di demekê de ku bangên cîhana erebî ji bo agirbestê ji hêla Amerîka û Îsraîlê ve hatin redkirin.

Wezareta tenduristiyê got ku di êrîşeke cuda de, 21 Filistînî ji yek malbatê, di nav wan de jin û zarok, di êrîşên Îsraîlê yên şeva borî de li ser Xezeyê hatin kuştin.

Ajansa Reutersê ku ev nûçe belav kir, nekarî bi awayekî serbixwe vê yekê piştrast bike.

Bi zêdebûna hejmara kuştiyan li Xezayê, xwepêşanderên alîgirên Filistîniyan roja Şemiyê li bajarên cîhanê xwepêşandan li dar xistin, û banga rawestandina şerê nêzîkî mehekê kir.

Di vê navberê de, Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken roja Yekşemê serdaneke neragihandî li Kenara Rojava kir, û di çarçoveya gera herêmî ya bi armanca çareserkirina qeyranê de, bi Serokê Rêveberiya Filistînî Mehmûd Ebas re civiya.

Karbidestên Filistînî got ku Blinken bi balafirê çû Tel Avîvê û ji wir bi bejahî çû Kenara Rojava. Ji dema ku Hemasê di sala 2007an de kontrol kiriye, Ebbas li Xezayê xwedî bandorek hindik e.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG