Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Leşkerên Wê Hîn Li Xezayê Ne Û Hemas Soza 'Hêza Tam' Dide


Hemasê soz da ku bi "hêzeke tam" rûbirûyî êrîşên Îsraîlê bibe, piştî ku artêşa Îsraîlê êrîşên xwe yên esmanî û bejayî li ser herêma Filistînî berfireh kirin, roja Şemîyê jî destnîşan kir ku êrîşeke bejayî ya berfereh ku soz dabû pêk bîne, dest pê kiriye.

Îsraîl sibeha Şemiyê got leşkerên wê yên ku şeva Înê şandibûn, hîn li meydanê ne, bêyî ku hûrgulî bide.

Îsraîlê di dema bombebarana sê heftiyan de tenê derbasbûnên kurt bo nava Xezayê kiribûn, ji bo jinavbirina mîlîtanên Hemasê yên 1,400 Îsraîlî, ku piraniya wan sivîl bûn, di 7ê Cotmehê de kuştin.

Admiral Daniel Hagari roja Şemiyê di konferanseke rojnamevaniyê de got, "Hêz hîn li meydanê ne û şer didomînin".

Xeza di tariyê de maye û xizmetên înternet û têlefonê jî sibeha Şemiyê zêdetirî 12 demjimêran qut bûn. Telekomê û Heyva Sor a Filistînê got ew encama bombebarana Îsraîlê ne.

Hagari got ku Îsraîl dê rê bide kamyonên ku xwarin, av û derman hildigirin roja Şemiyê derbasî Xezayê bibin, ev jî nîşan dide ku dibe bombebaran raweste, bi kêmanî li devera sînorê wê bi Misrê re ku rêjeyên hindik yên alîkarîyê digihêjin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG