Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IDF Dibêje Wê Şaneyeke Hemasê li Bakurê Xezayê Jinav Biriye

Wêne ji Arşîvê ye
Wêne ji Arşîvê ye

Hêzên Berevanîya Îsraîlê(IDF) îro Çarşemê ragihand ku wan şaneyeke çekdar a rêxistina Hemasê li bakurê Kerta Xezayê ji holê rakiriye.

IDF’ê li ser platforma X’ê got ku wan doh “şaneyeke terorîstên çekdar ên ji rêxistina Hemasê ku li nêzî hêzên ku li Bakurê Xezayê dixebitin, bi awayekî ku ji bo wan gefek bû nas kir û ji holê rakir.”

IDF’ê got, “Di bûyereke din a doh de, tîmên şer ên Lîwaya "Machatz" (14) ku li bakurê Xezayê dixebite, hin terorîstên ku li herêma Xeta Zer li ser erdê çalakîyên gumanbar pêk anîne, bi awayekî ku gef li ser hêzan disepand, binçav kirin.”

Wê da zanîn ku “Di cih de piştî naskirina wan, Hêza esmanî li yek ji terorîstan xist û ew ji holê rakir. Piştre, di dema hewldana revîna ji cihê bûyerê de, terorîstekî din hate armanckirin.”

Hêzên Îsraîlî anî ziman ku “berî êrîşan, gav hatin avêtin da ku zîyana sivîlan kêm bibe, bi rêya bikaranîna cebilxaneyên hûrbîn û çavdêrîyên esmanî.”

“Hêzên IDF'ê yên di bin Fermandarîya Başûr de li herêmê li gor peymanê hatine bicihkirin û dê ji bo rakirina her gefekê rasterast operasyonê bidomînin,” IDF’ê got.

This item is part of
XS
SM
MD
LG