Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîlê Dibêje wê Sekvanekî Hemasê Kuştîye

Israeli soldiers operate in Gaza
Israeli soldiers operate in Gaza

Hêzên Berevaîya Îsraîlê (IDF) îro Duşemê ragihand ku wan endamekî Hemasê li başûrê Xezayê ji holê rakiriye.

IDF’ê li ser platforma X’ê got, "Terorîstê Hemasê plan dikir êrîşên sekvanî li dijî leşkerên Îsraîlî pêk bîne.”

Li gorî IDFê, balafireke Hêza Esmanî ya ku ji alîyê hêzên Firqeya Xezayê ve dihat rêvebirin, duh êrîş pêk anî. Wan got ku ev kes ji bo hêzên IDF’ê gefeke rasterast bû û ji ber vê yekê hate armanckirin.”

IDF’ê herwiha ragihand ku berî êrîşê hin gav hatin avêtin da ku zirara sivîlan kêm bibe, wek karanîna çekên rast û çavdêrîya esmanî.

Hêzên IDF’ê yên di bin Fermandarîya Başûr de niha li herêmê ne û, li gorî daxuyanîya wan, dê operasyonên xwe ji bo rakirina gefên din bidomînin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG